BI DÎMEN

Reklamê beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ hat weşandin

Danasîna beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ ku rêzefîlmeke li ser dîroka PKK’ê hatiye amadekirin, hat weşandin.

Danasîna beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ ku li ser dîroka PKK’ê hatiye amadekirin û weke rêzefîlmeke ji 90 beşan tê plankirin, hat weşandin.

Rêzefîllm ji aliyê Komuna Belgefîlm a Şehîd Gulistan Tara ve hatiye amadekirin û di demek nêz de wê bê weşandin.

Rêzefîlm bi beşa xwe ya ewil a bi navê ‘Di pençên qirkirinê de’ wê bê weşandin. Beşa ku wê di Stêrk TV û Medya Haberê de bê weşandin, wê bi dîroka Kurdan dakeve.

Serpêhatiyên gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de, rola wan di pêvajoyên şaristaniyê de û sedemên serhildanên 200 salên dawî bi berfirehî tên nirxandin.

Di heman demê de bi avabûna Komara Tirkiyeyê re dersînorkirin û komkujiyên li dijî Kurdan hatine kirin û zexta qirkirinê tê vegotin.

Di beşa bi sernavê ‘Di pençên qirkirinê de’ nirxandinên dîroknasên pispor û û kadroyên PKK'ê cih digirin. Di vê çarçoveyê de li ser girîngiya dîroka Kurdistanê nirxandin tên kirin û sedemên derketina PKK'ê jî tên destnîşankirin.

Di rêzefîlmên din de çîroka koçberiyê ya malbata Rêber Apo, derketina Rêber Apo û salên zarokatiya wî wê bên nîşandan. Ev pêvajo wê bi rêya anîmasyonên sînemayî ji temaşevanan re bê nîşandan.

Versiyona Kurdî ya rêzefîlmê wê ji 2'yê Nîsanê û pê ve her Çarşemê di Stêrk TV de bê weşandin û versiyona Tirkî wê ji 4'ê Nîsanê û pê ve her roja Înê li Medya Haberê bê weşandin.

Piştî di televîzyonê de hat weşandin, beşa rêzefîlmê wê bi temamî li ser hesabê fermî yê Komunê yê YouTubeyê bê weşandin. Her wiha, beşên di YouTubeyê de tên weşandin, eger bê xwestin dikarin bi jêrnivîsa Îngilîzî werin temaşekirin.