Peyama Rêber Apo: Xwedîderketina li bangê silav dikim

Rêber Apo di hevdîtina malbatp de ev peyam şand: "Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim." 

Rêber Apo û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. 

Hat zanîn ku birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar Alî Konar, birayê Yidirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sabîha Aktaş çûne hevdîtinê. 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî hevdîtinê peyam parve kir û got: "Weke malbatên birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi wesîleya Cejna Remezanê me di 31'ê Adarê de hevdîtin kir. Di serdemeke ku li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên girîng diqewimin de, Peyama birêz Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve dikim; 'Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim.'"