Rayedarên NY’yê nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da

Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Tirkiyeyê civiya, berî civînê rayedarên NY’yê helwestên xwe yên li ser Behra Spî û dîsa fikarên xwe yên têkildarî binpêkirina mafên li welat nîşan dan.

Li gorî nûçeya AFP2ê Nûnerê Bilind ê Polîtîka Derve ya Ewropa Josep Borell got: “Van deman têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re ne baş e, wê madeyek girîng a rojeva me ya îro be.”

LÎNDE: BÛYERÊN LI TIRKIYEYÊ RÛ DIDIN BI FIKAR IN

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Anne Lînde jî got: “Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi fikar in.” Her wiha Wezîra Karê Derve yê Spanyayê Arancha Gonzalez Laya jî got: “Li ser hinek çalakiyên ku me li ser Tirkiyeyê tesbît kiriye ku li ser nîqaş bikin heye.”

Li gorî AFP’ê hemû wezîran bal kişandiye ser hevkariya li gel Tirkiyeyê. Di hemên dawî de têkiliyên wan ên li gel Tirkiyeyê xirabûne û li ser daxwaza Fransa wê civîn bê kirin. Fransa daxwaz dike ku helwestên li dijî Tirkiyeyê bên kirin zelal biibn.

BER BI XIRABÛNÊ DIÇE

Di vê çarçvoeyê de welatên ku destekê didin Fransayê hene. Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn bêhêvîbûna xwe ya li gel Tirkiyeyê ne veşart û got: “Têkildarî bûna Tirkiyeyê ya welatekî Ewropayê berî 16 sal hêviyên min ên mezin hebûn. Mixabin divê bidin nîşandan ku ev yek ber bi xirabiyê ve diçe.”

Li ser Ayasofyayê jî Asselborn ev got: “Ev biryar êrîşekî li dijî şaristaniyê ye. Tirkiye bi vê helwesta xwe di wê ramanê de me ku bi awayekî nêzîbûna xwe ya bi YE’yê re jê biriye.”