Raportor Katî Pîrî: Tirkiye ji prensîbên YE’yê dûr ketiye

Di civîna Yekîtiya Ewropayê de ya derbarê Tirkiye û 6 welatên Balkanan raportor Katî Pîrî diyar kir ku Tirkiye di van salên dawîn de ji prensîbên Yekîtiya Ewropayê dûr ketiye.

Derbarê Tirkiye û 6 welatên Balkanan, Yekîtiya Ewropayê  civînek li dar xist.Di civînê de raportor Katî Pîrî diyar kir ku Tirkiye di van salên dawîn de ji prensîbên Yekîtiya Ewropayê dûr ketiye.

Pîrî got ku “Ji bo penaber û ewlekariyê, xebatên me yên bi Tirkiyeyêr e didome. Lê Tirkiye ji prensîbên Yekîtiya Ewropayê dûr ketiye. Divê em bi tenê li ser raporan nesekinin, divê ji bo gavên pêşveçûnê em têkiliya xwe baştir bikin.”

Pîrî bal kişand ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê zext, zordarî û êşkence heye û got ku “Divê em alîkariya hemwelatiyên Tirkiyeyê bikin. Ji bo hilbijartina li Stenbolê, em ê heyetekê bişînin. Kurdan grevên birçîbûnê bi dawî kirin. Divê Yekîtiya Ewropayê ji bo diyalog û aştiyê, alîkariya Tirkiye û Kurdan bike.”