Qurbaniyên Qirkirina Şengalê hatin bîranîn

Kurdistaniyên ku li Mala Kurdan a li paytexta Rûsyayê Moskowayê hatin ba hev, qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan bi bîr anîn.

Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê, qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyekê rêz girtinê destpêkir û ji bo bîranîna şehîdan find vêxistin. Piştre sînevîzyona li ser berxwedana leheng a Êzidiyan û şervanên HPG, YPG/YPJ’ê hat temaşekirin.

Ji Organîzasyona Êzidxanê Agîtê Fero, Şex Siyabend û Ji Meclîsa Gel a Moskowê Eka Qulîxan  destnîşan kirin ku çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran Êzidî qetil kirine. 

Di axaftinan de ev peyam hate dayîn: “Bi saya gerîlayên HPG’ê gelê Êzidî ji qetliameke mezintir filitîn. Gelê Êzidî bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xweparastin û rêxistinbûna xwe pêş xistin. Her wiha bi saya hêzên parastina Êzidxanê YBŞ û YJŞ’ê gelê Şengalê xwe parast û tevî êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser lingan man.”