Qurbaniyên erdhejê li Munchenê hatin bîranîn

Li paytexta eyaleta Bavyera ya Elmanyayê Munchenê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), bi pêşengiya DÎDF Munchenê çalakiyek lidar xist û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî.

Kurd tevî dostên xwe li Marîenplatz a li ber Şaredariya Munchenê li hev kom bûn û ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê deqeyek rêz girtin. Çalakgeran ji bo qurbaniyên erdhejê find vêxistin, dewleta Tirk şermezar kirin ku piştî erdhejê mirov bi mirinê re rû bi rû hiştin, di nava sermayê de hiştin.

Endamên Meclîsa Şaredariyê Brîgîtte Wolf û Thomas Lechner ên ji partiya Dîe Lînke û aktîvîstê dijberê şer Franz Haselbeck li çalakiyê axivîn. Di axaftinan de hate ragihandin, ku mirina bi deh hezaran mirovî ji ber xemsariya dewletê bû.

Di çalakiyê de belavoka hevpar a ADGB û partiyên siyasî yên Kurdistanî hate xwendin.