QSD’ê endamekî şaneyeke girêdayî îstîxbarata derve girt

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên QSD’ê li bajarê Hesekê di operasyoneke taybet a TOL’ê de endamekî şaneyeke girêdayî îstîxbarata derve girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê girtina endamê şaneyeke girêdayî îstîxbarata derve de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên QSD’ê roja yekşemê bi armanca bêbandorkirina şaneyeke girêdayî îstîxbarata derve operasyoneke bibandor li Hesekê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Operasyon piştî şopandina tevgera endamekî şaneyê bi navê Menhel Ebas El Elî (Ebî Mutib), komkirina agahiyên têrker der heqê wî de û tesbîtkirina cihê wî pêk hat. Hêzên me cihê wî dorpêç kir û ew girt. "

Li gorî daxuyaniyê; "endamê şaneyê kiryarên dizî û talankirinê dikirin, bi gulebarandina kombûnan şênî ditirsandin. Her wiha nuqteyên hêzên me dikirin armanc da ku ewlehiya herêmê xirab bike, aştiya navxweyî bike armanc û baweriya şêniyan a bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî lawaz bike."