QSD’ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand

QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana  24 saetên dawî ragihand. QSD’ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser deverên derveyî peymanê didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ango roja 38’an a ‘Berxwedana Rûmetê’ eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Artêşa dagirker û komên çete bi hemû cûre çekên giran û balafirên bê mirov li seranserê xeta eniyê êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete li gundên Ing el-Hewa, Mehmûdiyê, Qasimiyê û Rihaniyê bi çekên giran, tang, top û balafirên bê mirov êrîş birin ser herêmên sîvîl û xwestin qadên nû dagir bikin. Komên çete bi obus û hawanan êrîşî çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî kirin, her wiha bi balafirên bê mirov herêm bombebaran kirin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser bendên kontrolê yên li ser rêya M4 a navdewletî, gundên Tîna û Qizalî. Artêşa dagirker dîsa ev herêm bi balafirên bê mirov bombebaran kir.

Bi giştî di êrîşên artêşa dagirker de 2 hevalên me şehîd bûn.”