Qijnika bûbû sedema Kirim-Kongoyê li Fransayê hate dîtin

Îsal wekî welatên din li Fransayê jî germahî zêde bûye. Tê diyarkirin ku wê li Fransayê jî nexweşiya Kirim-Kongo a ji ber qijnikan zêde bibe.

Cara pêşîn di salên 1940-1950’an de li Kirim û Kongoyê qijnikên dibûn sedema nexweşiya Kirim-Kongoyê hatibû dîtin. Hate diyarkirin ku li başûrê Fransayê jî ev qijnik hatine dîtin. Li gorî daxuyaniya Hevkariya Lêkolînên Agronomîk a Navneteweyî ya Pêşveçûnê (CIRAD) ya li bajarê Montpellîerê qijnika bi Hyalomma margînatûm li 6 bajaran hatiye dîtin.

Ev qijnik bi qasî 8 mîlîmetreyan mezin dibe û xwîna heywanan dimije. Tê diyarkirin dibe ku ev bibe sedema nexweşiya Kirim-Kongoyê.

Li gorî CIRAD’ê li bajarên Pyrenees-Orîntales, Aude, Herault, le Gard, Bouches-du-Rhone, Var ve Ardeche ev qijnik hatine dîtin. Li gorî CIRAD’ê ev qijnik a bi rêya hespên ji Îspanyayê hatine yan jî bi xwe bi çûkan girtine û wisa hatine Fransayê.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî her sal bi dehan kes ji ber qijnikan dimirin.