Qeyûm li Ewropa tê protestokirin
Dagirkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ve tên protestokirin.
Dagirkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ve tên protestokirin.
Bi çalakiyên li bajarên Kassel, Hannover ên Elmanya, Rennes a Fransa û paytexta Yewnanistan Atînayê desteserkirina şaredariyan a ji aliyê AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.
HANNOVER
Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyeke rûniştinê ya li navenda bajarê Hannover a Elmanyayê qeyûm protestokirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Ciwan Çewlig axivî û got: “Bi qeyûman nagihêjin ti cihekê, em ê her alîgirên aştî û azadiyê bin.
Di peyama li ser navê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Elmanya (ATÎF) hate gotin ku têkoşînkirina li dijî bêmafiyê deynê stûyê wan e.
Hevserokê NCKD a Hannover Edlê Aslan jî banga piştevaniya li dijî desteserkirina şaredariyan da.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
KASSEL
Kuristanî û dostên wan ên li bajarê Kasel ê Elmanya û derdorî wê dijîn, bi meşek ku saet 15:00’an li Halîtplatzê destpê kir desteserkirina şaredariyên HDP’ê protestokirin. Meş heta pêşiya şaredariya Kasselê dom kir , piştî axaftinan û şûnde maş bi dawî bû.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê jî endamên Komeleya Jinê ya Zîn û Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Amara li Qada Colombia çalakiyek hate kirin. Ji vir ber bi Qada Repûblîqe meş destpê kir û qeyûm protestokirin. Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.
ATÎNA
Çalakiya nobedê ya li standa ku ji bo protestokirina dagirkeriya şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ku berî 8 rojan hatibû destpêkirin bi dawî bû. Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Çalakiyên Bakurê Kurdistan-Tirkiye ya Yewnanistanê li Qada Syntagma hate organîzekirin, alên HDP’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di tevahiya çalakiyê de belavokên ku êrîşên dewleta Tirk û desteserkirina şaredariyan li xwe digire hatin belavkirin.