Qeyûm li Baselê hate protestokirin

Bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyê HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdînê ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li bajarê Basel ê Swîsreyê hate protestokirin.

Di saetên şevê de aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîeteya Rojava li qada Barfusserplatz bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliy dewleta Tirk û êrîşên wê protestokirin.

Di çalakiyê de ku belavok hatin belavkirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd, alên YPG, YPJ’ê hatin hildan û pankarên bi zimanên Elmanî û Îngilîz ên weke ‘Bijî Amed, Wan û Mêrdîn’ û ‘Ji bo Rojava rabe ser xwe’ hatin vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ hate qîrikrin.

Çalakî piştî nîv saetê û şûnde bi dirûşman bi dawî bû.