Qetlîama Parîsê: Li Aaraûyê şermezarkirin, li Darmstadtê bîranîn

Çend saet mane ji bo salvegera şehadeta 3 şitlan, li bajarê Aaraû ya Swîsreyê çalakiya şermezarkirinê û li bajarê Darmstadt a Elmanyayê jî merasîma bîranînê hatin lidarxistin.

Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, di salvegera 9’emîn a komkujiyê de hatin bîranîn. Li Aaraû ya Swîsreyê di dema bîranînê de dewleta Tirk û dewleta Fransa ya ku heta îro lêpirsîneke cidî nekiriye, hatin protestokirin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Bahnhofplatzê hat lidarxistin de, di şexsê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Dîlan Çetînkaya daxuyanî da.

Çetînkaya di axaftina xwe de got, “Em ê li ser şopa rêheval Sara ya ku li zindana Amedê qet negot ax û li naverasta Parîsê hat qetilkirin bimeşin. Yên ku ew qetil kirin wê ti carî negihêjin armanca xwe. Dewleta Fransa ya ku di ronîkirina vê qetlîama ku bi awayekî eşkere ji aliyê rejîma faşîst a Tirk ve hatiye organîzekirin bi israr e, divê di zûtirîn demê de berpirsyariya xwe bi cih bîne. Heta ku komkujî neyê ronîkirin û kiryarên rastî neyên eşkerekirin û neyên darizandin, em ê lêgerîna edaletê bidomînin û hevkariya Fransayê ya bi qetlîamê re teşhîr bikin.”

Li ser navê TJK-E Dîlan Zaza jî mafê axaftinê girt. Zaza diyar kir ku ne tenê Tirkiye berpirsyarê qetlîamê ye, dewletên Ewropayê jî hevparê wê ne û wiha got: “Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê hatin qetilkirin û Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Çileya 2016’an de hatin qetilkirin, bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em ê şopdarên wan bin.”

Çalakî piştî banga tevlîbûna xurt a ji bo meşa ku wê sibe li Baselê bê lidarxistin, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Çalakiya navendî wê saet 14:00’an li Parka Dîe-Wette bi tevlêbûna saziyên şoreşger ên Kurdistan, Tirkiye û Swîsreyê bê lidarxistin.

BÎRANÎNA LI DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axaftin hat kirin. Di axaftinê de hate gotin, “Me 3 hevalên xwe yên şoreşger ên li Parîsê şehîd ketine ji bîr nekirine û nedin jibîrkirin. Ji ber ku yên ku rêberiya me dikin û rêya me ronî dikin ew in.”

Her wiha sînevîzyona ku hin beş ji têkoşîna jinên hatine qetilkirin nîşan dida hat temaşekirin. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî” bi dawî bû.