Qazî Mihemed û hevrêyên wî hatin bîranîn
KNK'ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî Seyf Qazî û Sadr Qazî bi bîr anî.
KNK'ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî Seyf Qazî û Sadr Qazî bi bîr anî.
Di salvegera 77'an a sêdarekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî de Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyek weşand û şehîdên Komara Kurdistanê bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 31'ê Adara 1947'an de piştî rûxandina Komara Kurdistanê damezrêner û serokê komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar Seyf Qazî û nunerê Mehabad li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed li Tehranê Sadr Qazî, li sêdarê dan. Qazî Mihemed û hevrên xwe bi dilsoziyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşiyan. Bi avakirina Komara Kurdistanê di rizgariya gelê kurd de gaveke dîrokî avêtin."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Îngilistan û Sowyetê de ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrîşî Komara Kurdistanê kir ya ku nû hatibû avakirin. Qazî Mihemed û hevrên wî yên têkoşer li Qada Çarçira îdam kirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrên wî û xiyaneta ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst ên kapîtalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin xiyanetê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê hêzên kolonyalîst û kapîtalîst in ê ev nêzîkatiya wan îro jî didome.
Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destketên mezin ên rêxistina civaka Kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdariyê jî tê de bû. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker ya Îranê, dawî bi Komarê hat. Dîsa bi pilan û pîlanên kolonyalîzma navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd binpêkirin û di wî parçeyê Kurdistanê de dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.
Di wê demê biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de bû. Lewra ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.
Îro jî li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi slogana 'Jin, Jiyan, Azadî' bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parastina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Li hemberî ku dewleta Îranê, cezayê dardekirina ciwanên Kurd rojane bi kar tîne, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên Kurd di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemmed û hevrên wî didomînin.
Em weke KNK, di bîranîna 77 saliya li şehadeta pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin."
Di dawiya daxuyaniyê de dagirker hemû bi tundî hatin şermezarkirin.