Protestokirina komkujiya Şengalê didome

Li paytexta Fransa Parîsê, li  paytexta Rûsyayê Moskowê û li Borlange ya Swêd, li Kopenhagê ya Danîmarkayê komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê hate şermezarkirin.

Di salvegera komkujiya Şengalê de, ya ku 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hatibû, şehîdên qirkirinê li paytexta Federasyona Rûsyayê, li Moskowê bi civînekê hatin bibîranîn. Bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdan civînê dest pê kir.

Civîna bîranînê li Navenda Çanda Kurd a Moskowê hate çêkirin, di civînê de kesên pêşeng ên civaka Êzîdî hazir bûn. Di civînê de bi sînevizyonekê komkujî û berxwedana li Şengalê ya li dijî DAÎŞ’ê hate nişandan.

piştî sînevizyonê Hevserokê Meclîsa Gel a Moskowê Refîk Kamil axivî. Kamil got di dîrokê ti caran Êzîdî bi civakeke dî ya xwedî baweriyeke cuda ye, nehatine pêşberî hev, êrîşa qirker a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist û got, kesên ku sax ji qirkirinê filitîne hê jî ew trawma ji ser xwe neavêtine. Kamil her wiha got komkujî li ber çavê hemû cîhanê hatiye kirin,ê ku pêşî bi hawara Êzîdiyan ve çûne şervanên Tevgera Azadiyya Kurd bûne. Kamil her wiha got Êzîdiyan bi van êrîşan fêhm kirine bê ka kî dost û kî dijimn e û got, ‘’PDK’ê Êzîdî bi dest çeteyên DAÎŞ’ê ve hiştin, ev li cem me Êzîdiyan bû kîn û nefreteke mezin.’’  

Kamil her wiha got di serî de NY, hêzên navnetewî hê jî komkujiya Şengalê weke qirkirinê nas nekirine.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê şeve dî bi banga TJK-F’yê meşek hate kirin. Meşa ku li Meydana Republîqueyê dest pê kirî heta bi Meydana Bastîlleyê domand.

Stranbêjên TEV-ÇAND’ê jî performanseke teatral nîşan dan. 

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Mehmeh Adiyan axivî. Adiyaman got, ew pergala ku gelê Şengalê ava kirine bi hurmet qebûl dikin.

Piştî axaftinê çalakger heta bi Meydana Bastîlla meşiyan. Di meşê de bi axaftinan qirkeriya DAÎŞ’ê ya li Şegalê hate vegotin.

Meş li Meydana Bastîlle bi axaftineke kurt qediya.

BORLANGE

Li Borlangê ya Swêdê jî qirkirina Şengalê hate şermezarkirin.

Ji NCDK’ê Şefîk Agir axivî, got wî ew pêvajo jiyaye, diya kir, wê demê li bakur li ser sînor dima û dîtiye ku mirov trawma jiyane, dema ku êşên xwe vedigotin, kêliyên pir hîsî dihatin jiyîn û şok dibûn.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê jî Meclîsa Jinan a Kurd Sêvê standa agahdarkirinê vekir.

Jinên Kurd bi standa agahdarkirinê ya li meydana Nytorty gotin divê komkujiya Şengalê tim di bîrê de bimîne, neyê jibîkirin û her wiha komkujî hê jî didome.