Polonya: Bi deh hezaran alîgirên Yekîtiya Ewropayê daketin qadan

Li zêdeyî 130 bajarên Polonyayê, ji bo rexnekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn û nîşandana dilsoziya bi Ewropayê re bi deh hezaran kes daketin qadan.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê ku dadgeha herî bilind a li vî welatî ye, roja Pêncşemê biryar da ku hiqûqa Polonyayê di ser hiqûqa Yekîtiya Ewropayê re ye. Ji hingî ve li Polonyayê rewşeke awarte heye.

Êvara Yekşemê bi deh hezaran Polonyayî ji bo parastina endametiya Yekîtiya Ewropayê li nêzî 130 bajarî daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.

Ev biryara ku kontrola Ewropayê ya li ser qanûnên Polonyayê red dike, weke gava destpêkê ya derketina ji Yekîtiya Ewropayê tê pênasekirin.

Polonyayî li ser banga lîderê muxalefetê û Serokê berê yê Konseya Ewropayê Donald Tusk kete nava liv û tevgerê û li ber fikrê 'Polexit'ê rabûn.

Donald Tusk roja Yekşemê banga 'Polonyayê Ewropayê biparêze' kir û ji girseya gel a ku paytext bi alên Yekîtiya Ewropayê xemilandin re wiha axivî: "Li Varşova, li zêdeyî 100 bajarok û gundên Polonyayê bi deh hezaran mirov ji bo şermezarkirina kiryarên hikumetê li hev civiyan."

Polonya û welatên li Ewropaya Navîn û Rojhilat, 15 sal piştî hilweşîna rejîma komunîst sala 2004'an tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.