Polîtîkayên AKP-MHP’ê yên rant, xerakirin, demografî û qetilkirinê hatin protestokirin

Di erdhejê de ku li Kurdistanê rabû û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, ji bo protestokirina polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku gel terkê mirinê kir, li bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên li bajarên Ewropayê yên bi armanca protestokirina polîtîkayên dewleta Tirk ku di erdhejê de ku li Kurdistanê rabû, gel terkê mirinê kir û ket hewila bidestxistina rantê, berdewam in.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, bi pêşengtiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û partiyên siyasî meşeke protestoyî hat kirin.

Girse ku li Lautenschlagerê hatin ba hev, bi deqeyekê rêz girt û dest bi meşê kir. Girseyê, li herî pêş pankartê li ser ‘’Erd hejiya, dewleta Tirk kuşt’’ nivîsandî, hilda û bi sedan dowîzên ji bo nîşandana felaketa erdhejê, ta bi Rotebuhlplatzê bi bêdengî meşiya. Li Rotebuhlplatzê, bi vêxistina findan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de, danezana hevpar a ADGB û partiyên siyasî yên Kurdistanê hat xwendin. Bang ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re, hat kirin û daxwaz hat kirin ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.

LİMASOL

Endamên Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê û dostên gelê Kurd ji bo protestokirina polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku gel terkê mirinê kir, li Lîmasolê çalakiyekî protestoyî li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber Şaredariya Lîmasolê hatin ba hev, pêşî ji bo bîranîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Inglîzî “Erd hejiya, lê dewleta Tirk qetil kir, bila demografiya herêmê neyê guhertin” û dowîzên ku helwesta faşîst a dewleta Tirk a piştî erdhejê teşhîr dike, hate hildan.

Metna daxuyaniyê ku ji aliyê Komîsyona Piştevaniya bi gelê Kurd re bi zimanê Rûmî hatibû amadekirin, ji aliyê endamê komîsyonê ve hate xwendin. Pişte siyastmedarê Kurd Kamîl Akalin axaftinek ir. Akalin wiha got: “Rûyê rast a zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê bi helwesta ku li ser gelê me nîşan da, carek din derket hol. Em qala dewletê qetlîamker ku bû sedema mirina kesên ku di erdhejê de bi saxî rizgar bûn, dikin. Divê karesata erdhejê, weke karesatekî xwezayî neyê dîtin. Gelê me wê dewletê û wê zîhniyetê ji nêz ve nas dike. Gelên me bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo, bêyî li benda dewletê bisekînin, bi berpirsiyarîyekî mezin û bi ruhê ked û piştevaniyê hewl dan alîkariyê bidin herêmên edhejê û wê helwesta xwe jî bidomînin.

HAMBURG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina xemsariya dewletê di erdheja Mereşê de, meşekî protestoyî hat lidarxistin.

Meş ji aliyê ADGB’ê ve li taxa Altona hat lidarxistin. Nûnera ADGB’ê hunermend Leman Stehn di meşê de axivî.

Stehn diyar kir ku ji ber ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê di demê xwe de mudaxeleyê erdhejê nekir, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest da. Stehn got: “Dewlet bi hinceta erdhejê dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Ji roja destpêka erdhejê ve mirovên kedkar çûn hawara gel. “

Meş li taxa Sternschanzê ya li bajêr bi dawî bû.

AMSTERDAM

Yej jî bajarên ku dewleta Tirk lê hat protestokirin, paytexta Hollanda Amsterdam bû. Ji aliyê DEM-NED’ê ve li Museumpleîn ku Sefaretxaneya Tirk lê ye, çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: “Piştî erdhêja 6’ê Sibatê gelê me ji ber ku baweriya xwe bi saziyên dewletê ve nedianî, alîkariya xwe di gihandina Heyva Sor de pir bi israr bûn. Em NCDK’ê (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) jî li gel gelê xwe bûn. 20 roj bi ser erdhejê re derbas bû; di rewşa heyî de derket holê ku gelê me çiqasî mafdar in ku baweriya xwe bi dewletê re neynin.

Axaftvanan diyar kirin ku li gel ku 20 roj bi ser erdhejê re derbas bûye lê dîsa jî desthilatdarî pirsgirêkên kon, xwarin û tuwaletan a li herêmên erdhejê çareser nekiriye. Bi berdewamî gotin: “Ev yek çi nîşa me dide? Ev yek nîşan dide ku çiqas pêwîstî bi projeya komara demokratîk a Rêbertiya me û rêveberiya xweser heye.”

 Axaftvanan destnîşan kirin ku dewleta Tirk a faşîst ji bo guhertina demografiyê gel neçarî koçberiyê dike û zarokên ku malbatên wan jiyana xwe ji dest dane radestî cemaetan dike û wiha gotin: “Ev yek tenê jî nîşan dide ku rant, hilweşîn û hêsirê çavan di siberojê de jî berdewam bike. Em bang li dewleta Tirk a Faşîst dikin; Qetiyen xwe nekin ber van tîştan, hûn ê di bin vê  de bimînin. Em ê hesaba vê yekê ji we bipirsin.”