Polîsên Tirk avêtin ser mala malbata Dilşah Ercan

Polîsên Tirk avêtin ser mala malbata Dilşah Ercan a ku hat ragihandin li Mersînê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye û 4 kes destgîr kirin.

Di çalakiya doh bi şev a bombeyî û çekdarî de ya li ser Navenda Polîsan a Tece ya Taxa Denîz a girêdayî navçeya Mezîtlî yê Mersînê, li gorî agahiyên dewleta Tirk dane, polîsek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye. Polîsan bi ser mala malbata Dilşah Ercan ku tê îdîakirin çalakî li dar xistiye, girt. Di serdegirtinê de bavê Ercan Şerafettîn Ercan û xwişk û birayên wê Muray, Yasîn û Aysel Ercan hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.

Hate hînbûn ku cenazeyên 2 jinên ku hat ragihandin jiyana xwe ji dest dane wê bişînin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê.