Polîsên Hannoverê mîna yên Tirk tevgeriyan

Polîsên Kurd, kesên Îlona 2017'an tevlî bîranîneke şehîdan bû tespît kir û lêpirsîn li wan vekir.

6'ê Îlona 2017'an ji bo bîranîna, endamên Tevgera Ciwanên Mexmûrê Hesen Şirnex (Huseyîn Kûlûman) û Alî Çîçek ên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî şehîd bûn, Egîd Sarûhan (Delîl Qamişlo) yê li Avaşînê şehîd bû, Ûgûr Daskan (Hogir Bakûstan) ê li Colemêrgê şehîd bû û Mehmet Mendalioglû (Amed Kawyan) ê li Şengalê şehîd bû, li bajarê Hannover ê Elmanyayê civîn pêk hatibû.

POLÎSAN SALEKÊ BEŞDARÊN CIVÎNA BÎRANÎNÊ ŞOPAND

Polîsên Hannoverê ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî Kurdistaniyan tê naskirin, piştî sal û nîvekê li dijî kesên beşdarî merasîma bîranîna şehîdan bû dest bi lêpirsînê kirin. Gotin di cih de be, dikare bê gotin ku polîsan 'dest ji karê xwe berdan' û salekê hewl dan beşdarên bîranînê tespît bikin. Piştre jî bang li 25 Kurdistaniyan kirin ji bo îfadeyê bidin.

Di nivîsa bangawaziyê de ku gihîşt ANF'ê, polîs îdîa dikin ku Kurdistaniyan bi bîranînê re 'sûc' kirine û tê ragihandin ku der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

KURDISTANÎ: EM PÊWÎSTIYÊ PÊ NABÎNIN KU ÎFADEYÊ BIDIN

Kurdistaniyên ku ji ANF'ê re axivîn diyar kirin, polîs hewl didin bîranîna şehîdan jî weke 'sûcekî' krîmînal nîşan bidin û gotin, ev yek bêhurmetiyeke mezin e li nirxên gelê Kurd. Kurdistaniyan ragihandin, ew ê neçin îfadeyê nedin û gotin, "Li pêşberî vê bêhurmetiyê em ê îfadeyê nedin. Tevlîbûna li bîranîna şehîdan sûc nîne, tevlîbûn rûmeteke mezin e."

Kurdistaniyan diyar kirin, polîsên Hannoverê bi rê û rêbazên polîsên Tirk tevdigerin û ragihandin, hewldanên krîmînalîzekirinê wê nikaribin pêşî li wan derkevin û wê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd her bi bîr bînin.