NÛ BÛ- Polîsan êrîşî meşvanên Meşa Dirêj kirin

Polîsan li nêzî bajarê Karlsruheyê êrîşî ciwanên ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ber bi bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve ketin Meşa Dirêj kirin.

Polîsan êrîş bire ser ciwanên ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Mennheîm ê Elmanyayê ber bi bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve ketine rê kirin.

Ciwan li nêzî bajarê Karlsruheyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Astengiya polîsên Elman ew bû ku li gel hildana posterên Ocalan û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re bû.

Polîsan piştî navbera ciwanan û qîrkirina dirûşma 'Bijî Serok Apo' şûnde bi hinceta ev dirûşim 'qedexeye' êrîşî ciwanan kirin. Polîsan gelek kes destgîr kir.