Polîsan bi ser NCDK'ê ya Duîsbûrgê de girtin

Polîsên Elman li Duîsbûrgê bi ser NCDK'ê ya girtin, dema ku bi ser de saziyê de girtin kesek nebû, piştre hate gotin, ''bi şaşîtî bûye''.

Hevseroktiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Duîsbûrgê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir, polîsên Elman bi ser komeleya wan de girtin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin polîsan piştre bang li kilîdeke nû li derî dane û bi nîşeyekê gotine, ''werin navenda polîsan û mifteya xwe ya nû bibin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin polîsan gotiye, ''bi şaşîtî bûye'' û hate gotin ,''Girtina bi ser saziya me de bi me ne biserdegirineke wiha jirêzê ya polîsan e. Bi qasî ku em dizanin bûyereke wiha li Elmanyayê cara pêşî çêdibe. Polîsan li ser nîşeyê ku hiştine gotine, ''bi agirkuj me deriyê we bi zorê şikandiye û em ketine hundir''. Lê ti zor li derî nebûbû, tiştek nehatibû şikestin, weke ku dest li tiştekî nedabin. Wek ku kilîd hebe û wiha ketibin hundir.''

Navenda Civaka Kurd helwesta polîsan şermezar kir û got, ''Armanc çi bû? Çi ji hundir birin û çi danîn? Komplo û lîstikeke çawa ye?''