Platforma Gelan a Ewropayê bi şîara ‘Em Înîsiyatîfê Paşde Bigirin’ û bi tevlîbûna 700 delegeyên ji zêdeyî 160 rêxistin, kom, tevger, tor û komeleyan li paytexta Awûstûrya Viyanayê konferans li dar xist. Roja yekemîn a konferansê bi panel û atolyeyan hat temamkirin.
Roja yekemîn a bernameyê ku li kampusa Zanîngeha Viyanayê tê lidarxistin û wê sê rojan dewam bike, panela bi sernavê “Em Înîsiyatîfê Paşde bigirin” hat lidarxistin. Di panelê de profesorê Emerîkî William I. Robinson bi sernavê “Krîza Kapîtalîzma Gerdûnî- Zehmetiyên Berxwedana Gel”, Serokatiya Weqfa Franz Fanon “100’emîn salvegera Fanz Fanon: Di Navbera Nijad û Çînî De” Fîlozofê Îtalî-Emerîkî Silvia Federici “Ji bo tevgereke femînîst a navneteweyî ya li dijî baviksalariya kapîtalîst û şerê wê yê berdewam ê li dijî jinûvehilberandina civakê” û Profesorê Îrlandayî-Meksîkayî John Holloway “Perspektîfên Di Bahozê De” semîner dan.
Zanyarê Aborî û Siyasetê Profesor Robinson diyar kir ku pergala kapîtalîzma gerdûnî ketiye nava krîzên herî mezin a dîroka xwe. Robinson anî ziman ku berovajî krîzên aborî yên berê, vê carê di asta cîhanê de veguherînekî avanî çêdibe û got: “Em gihiştin sînorê mezinbûna berfirebûna kapîtalîst.”
Serokatiya Weqfa Franz Fanon diyar kir ku cîhan di rewşa heyî de di nava krîzekî avanî de ye û destnîşan kir ku ev ne tenê aborî, di heman demê de pêvajoyek veguherînê ya polîtîk û siyasî bi xwe re aniye.
HILBIJARTINA DONALD TRUMP DIBE KU KRÎZÊ KÛR BIKE
Gelo ji nû ve hilbijartina Donald Trump bandorekî çawa li ser sazûmaniya gerdûnî bike? Li gorî Fanonê polîtîka û gotinên Trumpê parçeyek ji hewldanê neteweyên Hrîstiyanên spî ên ji bo parastina serweriya pergala gerdûnî ye.
Li gorî Fanonê pergala heyî ji bo parastina hebûna xwe bi berdewamî krîzan derdixe û bi polîtlkayên gerdûnî hewl dide van krîzan veguherîne berjewendiya xwe.
Fanon bal kişand ser newekheviyên li seranserê cîhanê zêde dibin û û avaniya zextê ya polîtîkayên gerdûnî û got: “Îro divê çavên me li ser paradîgmayên ku ev pergal xwe dispêre be û makanîzmayên zextê lêpirsîn bikin.”
SILVIA FEDERICI: DIVÊ EM TOREKÎ GERDÛNÎ AVA BIKIN
Fîlozofê Îtalî-Emerîkî Silvia Federici destnîşan kir ku kapîtalîzîm bi qirkirin û koletiyê çêbûye û anî ziman ku yek ji dînamîkên bingehîn e ku rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekiriye. Silvia Federici anî ziman ku dem hatiye li dijî kapîtalîzmê têbikoşin.
Silvia Federici bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn gelek tevgerên sendîkal kolonyalîzmê qebûl kirine û dest bi muzakereyên bi hikûmetan re kirine û got: “Pêwîstiya me bi tevgerekî nû ya sendîkal heye. Aborî pirsgirêkekî şer e. Şer û tundî rasterast bi dewletên netewe re girêdayî ye.”
Silvia Federici diyar kir ku bo berxwedanekî bibandor a li dijî kapîtalîzmê torekî gerdûnî were avakirin.
HALLOWAY: EM JI BO GUHERTINA HIN TÎŞTAN LI VIR IN
Profesorê Îrlandayî-Meksîkayî John Holloway semînera bi sernavê “Perspektîfên Di Bahozê De- Organîzekirina Bêçarebûna Xwe” da û sedema amadebûna xwe ya li vir vegot. Holloway wiha got: “Em ji bo hêrsa xwe bînin ziman tên vir. Hêrsa me li dijî milîtarîzekirina cîhanê ye, hêrsa me li dijî germbûna gerstêrka ku me bi êş û tinebûnê tehdîd dike ye, hêrsa me li dijî pêkanînên dijmirovî ya li hember koçberan e, hêrsa me li dijî kuştina jinan û hemû tundiya baviksalarî ye. Lê em ne tenê bi hêrs in, em bi hêvî ne. Ne tenê ji ber ku em bi hêrs in, ev hêrsa me ji ber ku em dixwazin tiştan biguherînin tê. Hêvî hêza me ya mezin e. Ne xewnek vala ye, lê hêviyek bi hêrs e. Hêviyek biryardarî û mantiqî ye ku em dikarin cîhanê biguherînin û bidin guherandin.
Prof. Holloway anî ziman ku kapîtalîzm bêçaretiyê diafirîne û ji bo “bêhêvîbûnê” pênaseyeke nû kir û wiha got: “Bêhêvî; ji bo guhertina rewşek xirab an xeternak ji her tiştî re amade ye. Bêhêvîtiya xwe rêxistin bike. Ev bangek ji axaftina Marcos e. Rêxistinkirina bêhêvîtiyê jî tê wateya birêxistinkirina hêrsa xwe, birêxistinkirina hêviya xwe, birêxistinkirina bêhêvîtiyê, rêxistinkirina dewlemendiya xwe ye.”
'DIVÊ EM RÊYEKE LI SER PARVEKIRINÊ BIBÎNIN’
Holloway diyar kir ku civakê jiyaneke bi pereyan qebûl kiriye û pêwîst e li dijî vê têbikoşin û wiha domand: “Di atolyeyan de pêwîstî bi hin mijaran tê kirin: Rabûna mîlîtarîzmê, rabûna faşîzmê, hilweşandina hawirdora xwezayî û hwd. Pêdivî ye ku merov li ser taybetmendiyê hûr bibe. Divê em li dilê cenawirê bixin, li dilê wî yê bêdil. Heya ku em di civakek ku pere lê serdest e de bijîn, ango heya ku em di civakek ku pêwendiya di navbera mirovan de bi pevguhertina kelûpelan pêk tê de bijîn, dê ev hemû tirs û xof bi vî awayî bidomin. Heta ku em civakek ku parvekirinê esas digire ava nekin, em ê nikaribin xwe ji vê wêraniyê xelas bikin.”
Holloway destnîşan kir ku divê êdî weke civak bi ser bikevin û wiha pêde çû: “Em dixwazin bi ser bikevin. Ev gotin dibe ku weke şoqekê bê dîtin, em zêde hînî windakirinê bûne. Lê niha em dixwazin bi ser bikevin û divê em bi ser bikevin. Divê em dînamîka ku dinyayê xera dike rawestînin. Ev tê wê wateyê ku divê em hêza pereyan, dînamîka sermayê bişkînin. Ev weke ne gengaz xuya dike. Em dîn in. Ji ber ku yekane riya mirovbûnê dînbûn e, yekane riya mirovbûnê ew e ku ji cîhana dermirovî re bêje NA û tiştekî din biafirîne. Divê em vê carê bi ser bikevin û em ê bi ser bikevin."
9 KONXEBATÊN CUDA HATIN LIDARXISTIN
Piştî bêhnvedan û xwarinê berê beşdar dane 9 komxebatan cuda. Mijarên van komxebatan wiha hatin diyarkirin: "Şer û aştî", “Antî-faşîzm", "Berxwedana Ekolojîk", "Konfederalîzma Jinan a Demokratîk", "Nasnameya Ciwanan û Berxwedana wan“, "Avakirina Xweseriyê", “Aktîvîzm û Rêxistinbûyîn”, “Têkoşîna li Dijî Polîtîkayên QIrkirinê” û “Medyaya Demokratîk”.
Encamên ku ji nîqaşên di komxebatan de derktin holê wê ragihînin pêkhateyên platformê.
Konferans bi muzîka hunermend Assalti Frontali, Er Temposta, Ellie Cottino û Maviş Guneşer bi dawî bû.
Roja duyemîn a konferansê wê bi komxebat û nîqaşên komxebatê bidome.