Plana Elmanyayê ya anîna 'ewlekaran' a ji Tirkiyeyê, bi ser neket

Elmanyayê plan dikir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka nebûlan personelên li balafirgehan, 2 hezar ewlekaran ji Tirkiyeyê bîne. Lê belê ev plan bi ser neket. Li gorî agahiyan, heta niha tenê karker karîbû ji lêkolîna ewlekariyê derbas bibe.

Di nava du salên dawî de ji ber şewba vîrûsa koronayê li Elmanyayê seferên balafiran gelekî kêm bûn, lewma piraniya personelên li balafirgehan jî ji kar hatin derxistin. Piştî şewbê, ji ber ku van karkeran li sektorên cuda ji xwe re kar peyda kirin, bi betlaneya havînê re li balafirgehan valahiyeke cidî ya personelan rû da.

Hikumeta Elman jî Hezîrana derbasbûyî planek xiste dewrê ku bi taybetî ji bo kontrolên ewlekariyê yên beriya firîna balafiran bikin, ji Tirkiyeyê û hin welatên Balkanan karkeran werbigire. Wezîrê Ragihandinê Volker Wîssîng, Wezîrê Kar Hûbertûs Heîl û Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser di 29'ê Hezîranê derketin pêşberî çapemeniyê û detayên planê eşkere kirin.

Hersê wezîran anîn ziman ku ji bo çareserkirina kêmbûna personelan wê bi peymanên kar ên demeke diyarkirî karkeran werbigirin. Bi vê yekê re bal çû ser karkerên ji Tirkiyeyê bêne anîn. Di nava raya giştî û çapemeniya Elman de hinekan bal kişandin ser hebûna desthilatdariya AKP-MHP'ê û diyar kirin ku personelên ji Tirkiyeyê bêne anîn wê ewlehiya balafirgehan bixin xeteriyê.

JI 45 KESÊN SERÎ LÊ DAN TENÊ YEKÎ KARÎBÛ DI LÊPIRSÎNA EWLEKARIYÊ DE BI SER BIKEVE

Li gorî plana hikumetê wê 2 hezar karker ji Tirkiyeyê bihata wergirtin. Lê belê tevî ku meh û nîvek di ser vê bicihanîna vê planê re derbas bûne û li gelek bajarên Elmanyayê betlaneya havînê bi dawî bûye, ji Tirkiyeyê hîn ê karkerekî bi tenê jî nehatiye.

Li gorî texmînên Yekîtiya Karkerên Xizmetên Erdê yên Balafirgehan Dixebitin, tenê nava meha Tebaxê wê karker karibin ji Tirkiyeyê bên û ev hejmar jî wê ne zêdeyî 250 kesî be. Tê payin ku ev karker jî li balafirgehên li Munchen, Nurnberg û Frankfûrtê bixebitin.

Li gorî nûçeyeke rojnameya "Bîld am Sonntag" heta niha serlêdana 44 karkeran hatiye wergirtin. Rojnameyê di nûçeya xwe de Wezareta Karên Derve weke çavkanî nîşan da û diyar kir ku ji karkerên serlêdan kirin tenê yekî karîbû di lêpirsîna ewlekariyê de bi ser bikeve.