Li 3 bajarên Fransayê 12 Kurd hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Li bajarên Parîs, Marsîlya û Dragûîgnan ên Fransayê, di serdegirtinên dijî Kurdan de herî kêm 12 kes hatin destgîrkirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, serê sibehê avêtin ser gelek malên Kurdan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. Di serdegirtinan de herî kêm 9 kes hatin destgîrkirin.

Li Marsîlyayê, serê sibehê avêtin ser herî kêm 6 malan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û marketek li kêleka wê.

Lêgerîna li navenda civaka demokratîk a Kurd çar saetan dewam kir. Polîsan deriyên navendê şikandin. Di dema lêgerînê de kûçikên polîsan jî hatin bikaranîn.

Di serdegirtina malan de herî kêm 9 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku yên hatine destgîrkirin siyasetmedarên Kurd û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd e. Di dema serdegirtina malan de jî deriyên malan şikandin.

Hinceta serdegirtinan nehate eşkerekirin. Kurdên li Marsîlyayê li ber NCDK'ê li hev civiyan û serdegirtin şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Terorîst Erdogan" hate qîrîn.

Çalakgeran rêya li ber NCDK'ê girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî ku hejmara girseya gel zêde bû polîsan dawî li lêgerîna li navendê anîn û ji herêmê çûn.

Endamê NCDK'ê Yakûp Aydemîr diyar kir ku polîsan serê sibehê saet di 06:30'î de lê geriya ye, jê xwestiye bê NCDK'ê û gef lê xwarine ku eger neyê, ew ê bên wî bibin.

Yakûp Aydemîr got, "Serê sibehê saet di 06:30'î de polîs li min geriya û ji min xwestin ku bêm. Min ji wan re got 'ez diçim kar'. Gef xwarin û gotin, 'Eger tu neyê ez ê bên te bibin'. Dema ku ez hatim, deriyê komeleyê şikandibûn. Piştre jî gotin ku wê li nava odeyan bigerin. Deriyên qatê jorê yê komeleyê û gelek deriyên din şikandibûn. Destpêkê kûçik berdan hundir ji bo lêgerînê bikin, piştre yek bi yek li odeyan geriyan. Polîsan ji min re gotin, 'divê tu bi me re bê'. Piştî ku fêhm kirin wê kêliyê gel li ber derî çalakiya rûniştinê dike, ketin panîkê. Min jî nerazîbûn nîşanî wan da û got, 'Em terorîst nînin, ya ku hûn dikin rast nîne'."

Li Marsîlyayê Kurd wê tevî dostên xwe ji bo şermezarkirina serdegirtinê saet di 14:00 de li ber Walîtiyê mîtîngekê li dar bixin.

Li paytext Parîsê û bajarê Dragûîgnanê jî bi hevdemî serdegirtin kirin. Li Parîsê ciwanekî Kurd, li Dragûîgnanê jî du Kurd destgîr kirin.

Balkêş e ku ev serdegirtin piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron pêk hat.