Piştî hilbijartinan li Fransayê nediyariya siyasî berdewam dike: Çepgir bi hêrs in

Di hilbijartinên parlamenta Fransayê de koalîsyona çepgiran bû koma herî zêde kursî bidestxistî û daxwaz kir ku tavil hikûmet were avakirin. Lê belê Serokkomar Macron têkildarî vê mijarê ecele nake û hewl dide ku dema xwe dirêj bike.

Di dîroka Fransayê de cara ewil e ku Meclîsa Neteweyî bi komên cuda ev qas perçe dibe ku ev yek ji bo Fransayê ku di aboriya Yekîtiya Ewropayê de di rêza duyem de ye weke talûkeyeke mezin tê pênasekirin.

Sê partiyên sereke yên koalîsyona çepgiran La France insoumise (LFI), Partiya Sosyalîst û  Europe-Ecologie Les Verts (EELV) ji bo diyarkirina serokwezîrê welat dest bi hevdîtinan kirin.

TIFAQA ÇEPGIRAN HIŞYARÎ DA MACRON

Eniya Gel ya Nû ji Serokkamar Macron daxwaz kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû tavilê Eniya Gel ya Nû wezîfedar bike.

Di nava tifaqa çepgiran de yek ji namzedên herî girîng ên hilbijartinan Serokkomarê berê yê sosyalîst François Hollande jî cih digire. 

MACRON LI PÊŞIYA PÊVAJOYÊ ASTENG E

Hevdîtinên têkildarî avakirina hikûmeta nû zehmet derbas dibin. Di nava rastgiran de bangên tifaqa di navbera Les Republicains û serokkomariyê de zêde dibin. Lê belê ev yek rê li ber hêrsbûna tifaqa çepgiran vedike û serokên çepgir, Macron weke ku li pêşiya pêvajoya demokratîk asteng e, sûcdar dikin.

Tevî van yekan hemûyan koalîsyona çepgiran hewl dide ku namzedekî serokwezîriyê destnîşan bikin û yekîtiya xwe biparêzin. Her wiha li gorî anketan gelê Fransayê naxwaze ku Melenchon bibe serokwezîr.

PIRANIYA MUTLEQ TUNE YE Û NEDIYARÎ BERDEWAM DIKE

Li gorî encamên fermî sê blokên sereke ji bo bidestxistina piraniyê nikarin ji 577 kursîyên Meclîsa Neteweyî 289’an bi dest bixin.

Eniya Gel ya Nû xwedî 180, tifaqa navendparêz ya Emmanuel Macron 163 û koma Marine Le Pen jî xwedî 143 kursîyan e.

Di rewşa heyî de sê rewşên weke koalîsyon, hikûmeta kêmaniyan û hikûmeta teknîkî derdikevin pêş. Her çend aliyê çepgiran dibêjin avakirina hikûmetê mafê wan ê demokratîk e jî rewşeke ku bi awayekî fermî zorê li Serokkomar dike ku ji bo avakirina hikûmetê çepgiran wezîfedar bike, tune ye. 

Her wiha hê sê salên serokkomariya Emmanuel Macron mane û di Qanûna Bingehîn de ji bo avakirina hikûmetê demeke diyar tune ye.  Nediyariya siyasî berdewam dike.