Piştî êrîşa nîjatperest şîn û hêrs dewam dike

Êrîşa qirker a 19’ê Sibatê li bajarê Hanaû ya Elmanyayê pêk hat, li bajarê Stûttgart û Osnabrûcek ên Elmanaya û bajarê Den Haag ê Hollandayê hate protestokirin.

Xwepêşandanên proteostoyî yên li dijî êrîşa nîjatperest a li bajarê Hanaû ya Elmanayê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest da dewam dike.

STÛTTGART

Yekbûyên ‘Zûsammen Kampfen Stûttgart’ ên li Ostendplatz a Stûttgart a Elmanyayê kom bûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di belavoka hate xwendin de ev hate gotin: “li dijî êrîşên nîjatperest, antîsemîtîk û terorê bi hev te têbikoşin. Di çalakiyê de bi sedan belavokên li dijî nîjatperestiyê hatin belavkirin.

OSNABRUCK

Li bajarê Osnabrucek ê Elmanayê çalakiyek ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 18:00’an çalakiyek hate kirin. Komên çepgir ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn û  meşek hate kirin. Di çalakiyê de bang li hikûmetê hate kirin ku tedbîrên cidî bigirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî bi heman armancê  komên Kurd û Tirkiyeyî li dijî êrîşên nîjatperest çalakiyek kirin. Çalakî li pêşiya sefaretxaneya Elman pêk hat. Li vir li ser navê Platforma Demokrasiyê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser asta nîjatperestiyê û polîtîkayên hikûmet dişopîne ji vê asta bilindbûna nîjatperestiyê berpirs nîşan da.