Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya li Stockholmê zêde dibe

Greva birçîbûnê ya li paytexta Swêd Stockholmê, ku 6'ê Kanûnê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 11'an de ye. Piştgiriya ji bo çalakgeran zêde dibe.

Tevî Partiya Çep, Partiya Edaletê û Sosyalîstan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan. 

Serok û endamên "Komîteya Piştevaniya Kurdistanê" ku li navçeya Soderhamnê ava bû, bi çalakgerên greva birçîbûnê re hevdîtin kirin. Diyar kirn ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ew bi gelên Bakur û Rojavayê Kurdistanê re ne.

Serokê komîteyê Benny Gûstafsson ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên gefê li tevahiya cîhanê dixwin, şer dikin. Gûstafsson got, "Kurd û gelên li wê derê di heman demê de ji bo me û demokratîkbûna tevahiya cîhanê şer dikin. Divê em nêrînên Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bikin. Pêwîstiya Tirkiyeyê jî bi demokrasiyeke wiha heye ku li Rojava pêk hatiye. Pêwîstiya jinan bi azadiyê heye."

Endamê komîteyê Per Olof Nordîn jî diyar kir, bi sûcdariyên bê bingeh û darizandineke neqeh cezayê girtîghê yê heta bi hetayê li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Nordîn got, divê Ocalan bê berdan.

LÎDEREKÎ ME HEYE KU LI HEMÛ GELAN DIFIKIRE

Çalakgerên greva birçîbûnê jî bi biryar in ku heta bidawîbûna tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji çalakgeran Fehriye Kahraman got, "Ez dixwazim tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe. Serok Apo û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em jî dixwazin mîna gelên din ên li Tirkiyeyê xwedî maf bin û li dibistanên seretayî bi zimanê xwe yê dayikê bên perwerdekirin."

Kahraman diyar kir, gelê Kurd dostê gelê Tirk e û got, "Ya rast, haya gelê Tirk jê nîne ku ji serokkomarê wan bêhtir Rêberê me dostê wan e. Eger haya wan ji vê hebûya wê bi rengekî cuda tevbigeriyan. Lîderekî me heye ku ne tenê Kurdan, her wiha li hemû gelan difikire."

'EM Ê RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'

Salîh Gok ku di dema kampanya 'Azadî ji Ocalan re', bi tena serê xwe 50 hezar îmze kom kir, cihê xwe di nava greva birçîbûnê de digire.

Gok diyar kir, Ocalan gelek fedakarî ji bo gelê Kurd kir û got, "Niha dor hatiye me ku em fedakariyê bikin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Serok Apo em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Îdeolojî û felsefeya wî bûye hêz ji me re. Em ê bi vê hêzê têkoşîna xwe mezin bikin û Rêberê xwe azad bikin."

Gok bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku destekê bidin grevên birçîbûne.