Pisporên meclîsa Elman: Êrîşa Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navdewletî ye
Di rapora pisporên meclîsa Elman de hate destnîşankirin, ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hiqûqa navdewletî ye.
Di rapora pisporên meclîsa Elman de hate destnîşankirin, ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hiqûqa navdewletî ye.
Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal a Elmanyayê der barê êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk raporek amade kir.
Di raporê de hate destnîşankirin, ku êrîş li dijî hiqûqa navdewletî ye û nabe ku di çarçoveya 'mafê parastina rewa' de bê nirxandin.
Televîzyona dewletê ARD ku rapor weşand, bi bîr xist ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di daxuyaniyên xwe de yên der barê êrîşa Tirkiyeyê gotina 'operasyona leşkerî' bi kar tîne û tenê dibêje 'êşên nû yên însanî' diafirîne.
Alîkara Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep Sevîm Dagdelen der barê raporê de diyar kir, ku rapor 'mîna sîleyekê li hikumeta federal ketiye'.
Dagdelen ji bo nêzîkatiya hikumeta Merkel got, "Cihê şermê ye ku dagirkeriya Tirk li dijî hiqûqa navdewletî pênase nake û ev nêzîkatî hîn bêhtir cesaretê dide Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ku sivîlên Kurd li Sûriyeyê bikuje."
Di raporê de her wiha dagirkirina Efrînê jî tê bibîrxistin û tê gotin, di dema dagirkirina Efrînê de jî ispateke têrker tinebû ku YPG gefê li Tirkiyeyê dixwe, niha jî ispateke bi vî rengî nîne.