Pisporan bang li Elmanyayê kirin: Qirkirina Êzidiyan nas bike

Pisporên ku li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a li Meclîsa Federal axivîn, ji Elmanyayê xwestin ku ya li Êzidiyan hatiye kirin weke qirkirinê nas bike.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û gelek welatên Ewropayê kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê yên 3'ê Tebaxa 2014'an li Êzidiyan kirin weke qirkirinê nas dikin jî hikumeta Elman di vê mijarê de bi salan e gaveke bi tenê jî neavêtiye. Sibata derbasbûyî li Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal mijar kete rojevê û pisporan biryar dan ku li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan li pisporan bê guhdarîkirin.

Di çarçoveya vê daxwazê de doh li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan civînek hate lidarxistin û li pisporên ku di mijara qirkirina Êzidiyan de lêkolînan dikin û nûnerên saziyên Êzidiyan hate guhdarîkirin. Hem pisporan hem jî nûnerên Êzidiyan ji Elmanyayê xwestin ku tiştên bi serê Êzidiyan ve hatiye kirin weke qirkirinê nas bike.

KABA: BILA STATUYA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN

Ji Zanîngeha Hûmboldtê pisporê hiqûqa ceza ya navneteweyî Prof. Dr. Florîan Jessberger rapora ku li ser mijarê amade kiribû pêşkêşî komîsyonê kir û destnîşan kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî ya ku çeteyên DAÎŞ'ê kir qirkirin e.

Gohdar Alkaîdy jî li komîsyonê axivî û anî ziman, ku Eger Elmanya bûyerên di 3'ê Tebaxa 2014'an de qewimîn weke qirkirinê nas bike, wê ev yek bandorê li Êzidiyan hemûyan bike.

Yek ji kesên ku di komîsyonê de axivî ji Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan a li Elmanyayê (NAV-YEK) Yilmaz Kaba bû. Kaba diyar kir ku Êzidiyên li Elmanyayê piraniya nifûsa Êzidiyên li tevahiya cîhanê ye û got, "Eger hikumeta Elman kiryarên li Êzidiyan hatiye kirin weke qirkirinê nas bike, ji bo parastina Êzidiyan wê bibe gaveke girîng." Kaba bal kişand ser bûyerên mehên dawî yên li Şengalê diqewimin û destnîşan kir ku divê statuya Şengalê bê naskirin.