Pîrozbahiyên Newrozê yên li Rûsya
Li gelek herêmên Rûsya Kurdistaniyan Newroz bi rengên cuda pîroz kirin.
Li gelek herêmên Rûsya Kurdistaniyan Newroz bi rengên cuda pîroz kirin.
MOSKOVA
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskova dijîn Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî li eywana Konserê ya Kosmos bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li vir Serokê Otonomia Çand-Netewî ya Ferderal a Kurd a Federasyona Rûsya Ferhat Paîyev axivî û diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya azadî û vejînê.
Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) Tara Qadir jî Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û got: “Heta Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad nebe wê tu Kurd azad nebe.”
Pîrozbahî heta saetên direng dom kir û bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.
KRASNADOR
Kurdên li Platnîrovskyî ya herêma Krasnodar a Rûsyayê jî agirê Newrozê pê kirin. Kurdistaniyên ku li ber def û zirneyê govend li dorî agir gerandin, li ser navê Meclîsa Kurd a Platnîrovsky Nadîre Çerkez û Refîk Babayev diyar kir ku hêvî dikin ku agirê Newrozê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bibe agirê azadiyê.
SARATOV
Kurdên li gundê Tîmûnîno ya navçeya Dargaçî ya herêma Saratovê jî Newroz pîroz kirin. Li ser navê çalakvanan Îsmaîl Yûsûbov û Îbo Yûsûbov axivî û diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê berxwedan bê mezinkirin.