Pîrozbahiya Newrozê ya li qada berxwedanê daristana Hambacher

Kurd û hêzên enternasyonalîst li daristana Hambacher a ku 9 sal in li Almanyayê ji hêla ekolojîstan ve tê parastin, Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn çalakiyên xwe yên Newrozê didomînin. Meş û mîtînga Newrozê ku bi organîzeya bi dehan sazî û pêkhateyên siyasî 20’ê Adarê roja Şemiyê li Dûsseldorfê hatibû xwestin were li dar xistin, tevî ku destûra hukumeta Elmanya girtibû, di deqeya dawî bi îdiaya pandemiyê hate qedexekirin. Kurdistanî û dostên wan di 21’ê Adarê de bi merasîmek cuda Newroz pîroz kirin. Agirê Newrozê li daristana Hambacher a nêzîkê bajarê Duren ku li wir ekolojîstan 9 salan li ber xwe dabûn, hate pêxistin û Govenda Newrozê hate gerandin.

Di çalakiyê de ku di 15:00’an de dest pê kir, yekem car agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre dîroka Newrozê bi axaftinek bi Elmanî hate vegotin û girîngiya wê ya ji bo tevahî gelan û komên alternatîf ên ku îro têkoşîn dikin hate vegotin.

Piştre, hunermendên endamê TEV-ÇAND’ê Serhad Med û Sîpan Xelat derketin ser dikê. Gelê Kurdistanê û dostên wan li dora agirê Newrozê li ber stranên Newrozê dîlan girtin. Dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana Garê" û "Bijî berxwedana zindan" hatin qîrîn.

Ev daristan ji bo jîngehparêzên li Elmanyayê xwedî cihekî taybet e, ji ber ku daristana Hambach a 12,000 salî ya di navbera bajarên Koln û Aachen ên Elmanyayê de ye bi tunebûnê re rû bi rû ye. Şîrketa mezin a enerjiyê RWE dixwaze madena xwe ya lînyîtê li qada daristanê berfireh bike. Di encama berxwedana çalakvanên jîngehparêz de çêkirina madenê hate rawestandin, lê tê plankirin ku qada daristanê heya 2030 radestî RWE were kirin.

Berxwedan çalakvanan ya ji bo rizgarkirina daristana mayî ya ku ji sedî 90’ê wê hatî tinekirin didomînin, bi taybetî ji bo parastina malên ku bi daran hatinî avakirin didome. Polîsê Elman di Cotmeha 2018’an de bi darê zorê xaniyên daran hilweşand.