Peyama ji nobeta Ocalan: Li dijî komployê em berxwedanê geş bikin

Nobetdarên çalakiya Nobeta Azadiya Oacalan, di heftiya 381'an de çalakiya xwe domand, diyar kirin ku Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê dom dike, li dijî vê divê berxwedan were geşkirin.

Nobeta Azadiya Ocalan ku li Strasboûrgê ya Fransayê li ber Konseya Ewopayê didome, di heftiya 381'an de bi tevlêbûnên nû didome. Nobeta ku hefftiya bihurî endamên Tevgera Jinan a Swîsreyê kirin, vê heftiyê jî bi çalakgerên ku ji Kîel û derdora wê ya Elmanyayê hatin didome. Nobeta vê heftiyê ji hêla Nebahat Altindag, Fatma Firat, Yucel Akçîçek û Hamza Gurîzî ve tê girtin.

Çalakgeran bal kişandin ser destpêka komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9'ê Cotmeha 1998'an û kelecanî, berxwedana ku dema Ocalan li Romayê bû bi bîr xistin. 

Endamên nobeta koma Kîelê diyar kirin komplo hê jî didome, li gel êrîşên îmhayê yên li Bakur, gefên dagirkereriya li ser Rojava hedefa xwe Kurd û hemû demokrat in.

Çalakgeran gotin divê her kes li dora Ocalan xwe kom bike û diyar kirin, ''Raste, komplo dîsa tiştinan bi bîra me die. Ji bo têkbirina komployê divê dîsa em li dora Rêbertî kom bibin, xwe li raman û îdeolojiya Rêbertî bipêçin.''