BI DÎMEN

Pêngava ‘Meşa Azadiyê’ ya Amîensê bi coş hate lidarxistin

Rawestgeha îro ya “Meşa Azadiyê” ya ji Parîsê heta Strasboûrgê bajarê Amiens bû. Meşvanan di roja 19’emîn de meş û xebatên xwe bi coş berdewam kirin.

Meşa dirêj a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 19’emîn de bi dawî bû. Qada çalakiya îro ya meşvanan bajarê Amiensê bû.

Meşa ku li Qada Leon Gonthîer a bajêr dest pê kir heta Qada Alphonse Fîquet dewam kir. Di tevahiya meşê de bi hezaran belavok hatin belavkirin, li herêmê jî bi rêya daxuyaniyan der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hatin dayîn.

Di meşê de bal hat kişandin ser coş û dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Piştî meşê çalakvanan li Qada Alphonse Fîquet demeke dirêj dîlan gerandin û bi brîfîngên kin der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd de rêwiyan agahdar kirin.

Piştî meşê qertpostalên ku tevahiya rojê hatibûn berhevkirin, bi dirûşme û axaftinên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Girava Îmraliyê ya navnîşana tecrîdê ve hatin şandin. Çalakvanan li ser qertpostalan dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî PKK” û “Bijî Kurdistana Azad” nivîsandin.

Piştî çalakiyê Meşvanên Azadiyê ji bo civîna gel pêk bînin çûn Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Amiensê. Li vir wê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dê li ser armanca çalakiyên wan û berpirsyariyên wan nîqaşan bikin.