Pêngava 15’ê Tebaxê li Linzê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Linzê salvegera 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê bi coş pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Linzê salvegera 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê bi coş pîrozkirin.
39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi çalakiyeke hat pîrozkirin.
Pirozbahî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lînzê (DTKM) ve li parka Lînz Ottensheîmê hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsum Korkmaz hate xemilandin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî axaftinên li ser wateya rojê û geşedanên siyasî yên heyî, li ber stranan govend hatin gerandin.