Pêngava 1’ê Hezîranê li Yewnanistanê hate pîrozkirin

Li Yewnanistanê bi tevlîbûna sedan kesî 1’ê Hezîranê a yak ji pêngavên dîrokî ya Têkoşîna Azadiya Kurdan e hate pîrozkirin.

Li bajarê Kavrîo ya Yewnanistanê ji bo salvegera 1’ê Hezîrana 2004’an a di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî dîrokeke girîng e, şahiyek hate lidarxistin.

Li kampa Lavrîoyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pîrozbahiya hate lidarxistin bi sedan kes tevlî bû. Pîrozbahî li baxçeyê kampê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hildana alên PKK’ê, KCK’ê û HPG’ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan pêk hat û daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel a 1’ê Hezîranê hate xwendin.  Di daxuyaniyê de pêngava 1’ê Hezîranê ya gel û gerîla hate pîrozkirin û bal kişand ser berxwedana dîrokî. Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Gerîlayên azadiyê wê vê pêngavê bigihîne serketinê û Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde heta direngî şevê li ber sirûd û stranan govend hate gerandin.