Ebrahîm Abdî Jenekanlo yê ji bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê, ku ji ber zilma dewleta Îranê di sala 2010'an de hat Elmanyayê, serlêdana penaberiyê kiribû. Tevî ku beriya ji Îranê derkeve hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin jî, Jenekanlo bi biryara Daîreya Biyaniyan a Eyaleta Bavyera ve pêr ji bo Îranê hatibû dersînorkirin.
Jenekanlo ku polîsên federal ên Elman ew li balafirê siwar kir, di ser Stenbolê re wê ew bişanda paytexta Îran Tehranê. Lê belê polîsên Elman di kêliya dawî de biryar dan ku Jenekanlo li balafira Tehranê siwar nekin. Tê gotin ku nerazîbûna siyasetmedaran û raya giştî ya li Elmanyayê bandor li dayina biryareke wiha kiriye.
Endamê Meclîsa Şaredariya Aûgsbûrgê Serdar Akin diyar kir ku Jenekanlo yê 33 salî doh nîvro daketiye Balafirgeha Frankfûrtê. Li gorî nûçeya servîsa Elmanî ya ANF'ê, Ebrahîm Abdî Jenekanlo piştî ku anîn Elmanyayê doh birin navenda dersînorkirinê ya li bajarê Eichstatt a Bayernê.