Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

PE: Tirkiyê heremên Kurdan dagir kirine

Li PE'yê di pirsnameyê de ku di salvgera destpêkirina şer de ya Sûriyê hatiye hazirkirin Tirkiye weke dewleteke dagirker hate binavkirin û hate gotin dewleta Tirk di cih de divê ji xakên ku dagir kiriye derkeve.

Pirsnameya hevpar a Demokratên Xiristiyan, Renew a Sosyalîst û Demokrat, Reformîst û Muxafazkaran ya Parlamentoya Ewrpayê (PE) rojên pêşiya me li PE'yê wê were gotebêjkirin û pejirandin.

Di pirsnameyê de hate gotin, ''Tirkiye ji sala 2016'an û wir ve herêma bakur a vî welatî, bi taybetî deverên ku Kurd lê dijîn dagir kiriye, yasayên navnetewî binpê kiriye, ji Cotmeha 2019'an û wir ve piştî ku herêmên bi kontrala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dagir kiriye, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, bi rengekî fermî nema çekan difiroşin Tirkiyê.''

Bi berdewamî komkujiya dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ'ê ya li ser berhemên dîrokî hate destnîşankirin, hate diyarkirin DAÎŞ sîteyên arkeolojîk talan kiriye, li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, perestgeh, cihên pîroz û gorên Êzîdiyan hatine talankirin.

Di pirsnameyê de her wiha hate gotin ji bo hesab ji ber sûcên şer ên li Sûriyê werin standin divê tevdîrên hewce werin standin û rapora Ceasar hate destnîşankirin.

Her wiha hate gotin rewşa siyasî ya li Sûriyê fikaran çêdike li gel hewldana çareseriyê ya peywidarê taybet a NY'yê Geîr O. Pedersen tiştekî baş çênebûye.

Bi berdewamî hate gotin Îran, Rusya detekê didin rejîma Sûriyê û hate xwestin ku hêzên xwe ji Sûriyê bikişînin.

Hate xwestin dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê bi rengekî îllegal dagir kiriye derkeve û hate gotin, ''Em prosedûra hiqûqî ku Tirkiye li herêmên dagir kiriye, Kurdên Sûriyeyê dibe Tirkiyê û wan dixin girtîgehan, şermzar dikin. Tirkiye bi vê rewşê peymanên navnetewî, yên Cinêvê binpê dike. Tişta ku Tirkiye li herêmê li dijî Kurdan dike paqijiya etnîk e. Destwerdana Tirkiyê têkoşîna dijî DAÎŞ'ê qels dike. Tirkiye leşkerên kirêkirî yên Sûriyê birine Qerebaxê û Libyayê, em bi vê bi tundî şermezar dikin.''

Di pirsnameyê de zexta Sûriyê ya li ser Kurdan û gelên bi baweriyên cuda hate şermezakirin, her wiha kuştin û girtina nûçegihanan hate şermezakirin, hate diyarkirin tecawiz weke amûreke şer tê bikarnaîn û ev hate şermezakirin.

Wekîlên ku pirsanmeya hevpar îmze kirin: Michael Gahler, Lukas Mandl, Antonio López-Istúriz White, Isabel Wiseler-Lima, Tom Vandenkendelaere, David Lega, Adam Jarubas, Janina Ochojska, Marek Belka, Isabel Santos, Tonino Picula, Nathalie Loiseau, Barry Andrews, Olivier Chastel, Klemen Grošelj, Bernard Guetta, Urmas Paet, María Soraya Rodríguez Ramos, Michal Šimečka, Nicolae Ştefănuță, Ramona Strugariu, Hilde Vautmans, Ryszard Antoni Legutko, Anna Fotyga, Karol Karski, Adam Bielan, Ryszard Czarnecki, Angel Dzhambazki, Assita Kanko, Elżbieta Rafalska, Jadwiga Wiśniewska, Veronika Vrecionová, Bogdan Rzońca, Ruža Tomašić, Hermann Tertsch, Elżbieta Kruk, Nikolaj Villumsen, Fabio Massimo Castaldo.