PDK li Kîel û Lîmasolê hat protestokirin

Kurdistanî li dijî êrîşa Nûnertiya KNK’ ya Başûr û Balafirgeha Erbetê li hev civiyan û malbata Barzanî ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, şermezar kirin.

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê û li bajarê Lîmasol ê Qibrisê êrîşên qirkirin û xiyanetê hatin protestokirin.

KÎEL

Kurdistaniyên li bajarê Kîel ê Elmanyayê û dostên wan ji ber qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun, li Kîel Hauptbahnhofê çalakiya protestoyî kirin.

Çalakî di şexsê Bulbun de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “PDK’ê ku bûye amûra dewleta Tirk a qetlîamker, wê tu carî bi ser nekeve. Tevgera Azadiya Kurdistanê heta niha ji xiyenetkaran hesab xwestiye û wê bixwaze jî. PDK’ê ji ber xiyaneta xwe tişta ku bikeve para xwe bigire. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Şehîdên me rûmeta me ne û xwîna wan wê li erdê nemîne.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

LÎMASOL

Kurdistanî li paytexta Qibrisê Lîmasolê, êrîşa bi ser Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê ku Nûnerê KNK’ê ya Başûr Denîz Cevdet Bulbun lê hat qetilkirin û êrîşa bi ser Balafirgeha Erbetê ku 3 peşmergeyên YNK’ê lê hatin qetilkirin, protesto kirin.

Çalakvanên ku li Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê hatin ba hev, dest bi meşê kirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dawî bû.