PDK-dewleta Tirk li Marîgnaneyê hatin protestokirin
Li Komuna Marîgnane ya başûrê Fransayê dewleta Tirk û PDK bi meşekê hatin protestokirin.
Li Komuna Marîgnane ya başûrê Fransayê dewleta Tirk û PDK bi meşekê hatin protestokirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) saet 18:00’an bi dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şengalê re bi pankarta ‘Bimre xiyanet’ dest bi meşê kirin.
Meşa ku heta şaredariya Marîgnane dom kir li vir deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin.
Piştre jî li ser navê TCŞ û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hate kirin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, zextên li girtîgehan, tecrîd û êrîşên PDK’ê hatin şermezarkirin.