PCF'ê nazmetên xwe yên PE'yê li Marsîlayayê da naskirin

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li Marsîlyayê civîne li dar xist û dest bi karên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) kir. Claîre Cemîle Renklîçay li civînê axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) ku wê 26'ê Gulana 2019'an pêk were, li Marsîlyayê civînek li dar xist. PCD'ê lîsteya xwe ya ji 79 kesan da naskirin. Di lîsteyê de Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Claîre Cemîle Renklîçay jî heye ku di rêza 12'an de cih digire.

Civîna danasînê li salona Docks Des Sudsê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Kurdistaniyan jî bi alên PKK'ê cihê xwe di civînê de girtin. Her wiha pankarteke mezin a ku wêneyê Leyla Guven li ser bû li salonê hate daliqandin.

Parlamenterê Herêma 13'an Pîerre Dharrevîlle di destpêkê de axivî û piştre namzetên tevlî hilbijartina Parlamenta Ewropayê bibin yek bi yek axivîn. Claîre Cemîle Renklîçay ku di rêza 12'an de cih digire, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêk tên.

Renklîçay ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina qedexeya li ser PKK'ê bang li dewletên Ewropayê kir.

Civîna danasînê piştî axaftinan qediya.