PCF: Divê Rojava bikeve bin sîwana parastinê ya navneteweyî
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bal kişand ser gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava û diyar kir, divê Rojava li qada navneteweyî were parastin.
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bal kişand ser gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava û diyar kir, divê Rojava li qada navneteweyî were parastin.
Partiya Komunîst daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Êrîşa ku piştî Efrînê amadekariya wê tê kirin, li dijî tecrûbeya pêşverû, aştiyane û demokratîk a Kurdan e ku li ser rûyê erdê bûne hêza bingehîn a li dijî Dewleta Îslamê (DAÎŞ)."
JI DYE Û RÛSYAYÊ NE CUDATIR E
PCF'ê di daxuyaniya xwe de got, "Nepêkane ku biryareke wiha bêyî danûstandinên bi Rûsyayê û fermandariyên leşkerî yên DYE'yê re hatibe girtin."
PÊWÎSTE ROJAVA DI BIN SÎWANA NAVNETEWEYÎ DE BÊ PARASTIN
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Fransa, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî, ji bo pêşî li sûcên nû yên şer bigirin divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. PCF piştgiriyê dide Kurdên li Sûriyeyê û îlana rejîma dîktator a Tirk a ji bo şerekî nû şermezar dike."
Partiya Komunîst bang li Fransayê kir ku ji bo Rojava li qada navneteweyî were parastin û dawî li polîtîkayên îllegal û krîmînal ên Tirkiyeyê bê anîn, pirsgirêkê bixe rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.