Partiya Sosyalîst a Swîsreyê piştgirî da HDP'ê

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê da û bi peyamekê piştgiriya xwe ji HDP'ê re ragihand.

Piştî ku hêza dadgeriyê ya ser bi desthilatdariya AKP-MHP'ê pêr li dijî HDP'ê dest bi dozeke nû ya dirtinê kirin, partî û siyasetmedarên Ewropî peyamên piştgiriyê dan HDP'ê. Herî dawî Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) daxuyaniyek da û doza girtinê şermezar kir.

Di peyamê de hate gotin, "HDP partiyeke birayê me ye, em piştgiriyê didin têkoşîna HDP'ê ya li Tirkiyeyê ji bo demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan dimeşîne."