Partiya Keskan xwest, têkildarî Tirkiyeyê rûniştineke taybet bê kirin
Ji partiyên muxalefetê yên Elman Partiya Keskan xwest, li Meclîsa Federal têkildarî bûyerên li Tirkiyeyê bi taybetî jî zextên li ser HDP'ê rûniştinek bê lidarxistin.
Ji partiyên muxalefetê yên Elman Partiya Keskan xwest, li Meclîsa Federal têkildarî bûyerên li Tirkiyeyê bi taybetî jî zextên li ser HDP'ê rûniştinek bê lidarxistin.
Koma Partiya Keskan a Meclîsa Federal a Elman serlêdan kir, ku di rûniştina taybet a vê hefteyê de bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê bê nirxandin. Partiya Keskan xwest, rûniştin bi sernavê "Li Tirkiyeyê êrişa li ser mafên mirovan û encamên vê yekê ji bo siyaseta Elman û Ewropayê" bê lidarxistin.
Ji rêveberên Koma Meclîsa Federal a Keskan Britta Hasselmann li ser mijarê serlêdan kir û anî ziman ku bi fermana Erdogan rojên dawî li Tirkiyeyê kiryarên antî-demokratîk zêde bûne. Hasselmann bi bîr xist, dadgeriya ku ji aliyê Erdogan ve tê kontrolkirin doza girtinê li HDP'ê vekiriye û piştre jî Tirkiye ji Peymana Stenbolê hatiye derxistin. Hasselmann ji hikumeta Elman a Federal xwest, ku êdî ber dilê Tirkiyeyê bes xweş bike, ku Tirkiye gav bi gav otorîter dibe.
Parlamentera Partiya Keskan Hasselmann diyar kir, ji bo Tirkiye demokratîk bibe û aştî lê bi cih bibe, divê hikumeta Elman helwesteke zelal destnîşan bike û got, "Divê êdî Hikumeta Federal hişyariyê bide Tirkikyeyê ku kiryarên antî-demokratîk ên dibe sedema binpêkirina mafên mirovan wê bibin sedema pêkanînên Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê."