Partiya Keskan a Swîsreyê: Li pêşiya dagirkeriyê bibin asteng

Partiya Keskan a Swîsreyê bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û bang li Konseya Federal a Swîsreyê kir ku peymana bazirganiya serbest a bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi destûra Emerîkayê dest bi dagirkeriyê dike û hate gotin, "Kurdan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke serketî nîşan dan. Lê belê niha dewleta Tirk dixwaze êrîşî Kurdan bike. Dagirkeriya Tirk di serî de serxwebûna Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Şerê ku rû bide wê bibe sedema mirina sivîlan."

Keskan bang li rêveberiya Swîsreyê kir ku Tirkiyeyê şermezar bike û diyar kir, "Divê Swîsre li pêşiya vî şerî bibe asteng."