Partiya kêmaran SSW'ê ya Elman li dijî 'qedexeya PKK'ê' rabû

Serokê Koma SSW'ê Lars Harms li ser redkirina daxwaza rabûna qedexeya li ser PKK'ê got, ''Careke dî diyar bû ku qedexeya li ser PKK'ê ne li se rûdanên berbiçav e lê îdeolojîk e.''

SSW ku kêmarên li bakurê Elmanyayê dijîn li Meclîsa Eyaletê ya Schleswig-Holstein temsîl dike ji bo ku qedexeya li ser PKK'ê rabe serlêdan kir û serlêdana wê nehate qebûlkirin. Serokê Koma SSW'yê li dijî biryarê rabû û got, ''Careke dî diyar bû ku qedexeya li ser PKK'ê ne li ser rûdanên berbiçav lê îdeolojîk e.''

Yekîtiya Hilbijêrên Schleswîga Başûr ku temsîla kêmarên li ser sînorên Denmarkê li Eyaleta Schleswîg-Holsteînê dike Sibata bihurî ji bo ku qedexeya dewleta Elman ku ji 1993'an ve li ser PKK'ê didomîne rabe û ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin serlêdan kiribû.

Serlêdan ji hêla Komîsyana Karûbarê Navxwe û Hiqûqê ya Meclîsa Eyaletê ve hate redkirin. Serokê Koma SSW'ê li dijî vê rabû.

Serlêdan ji hêla CDU, SPD û FDP'ê ve bi yek dengî hate redkirin, li ser vê Serokê Koma SSW'ê Harms got, ''Bi hevkariya ev qas partiyan qebûlnekirina serlêdana me careke dî nîşan da ku qedexeya li ser PKK'ê ne ji ber rûdanên berbiçav lê ji ber sedemên îdeolojîk e.''

Harms bal kişande ser şerê Kurdan ê li Sûriyê li dijî DAÎŞ'ê û got Kurd tenê hatine hiştin û diyar kir divê yên ku têkoşîna azadiyê didin deqa 'terorê' li ser wan neyê danîn.

Harms her wiha got alîgirên PKK'ê li Elmanyayê çalakiyên aştiyê, nobetê organîze dikin, ti xebatên terorî nekirine û ev di raporên Rêxistina Parastina Destûrê de jî tê dîtin û got, ''Bi ser de siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan bi çekên Elman pêk tê.''