Partiya Çepgir a Swêd: Divê hewldana dagirkeriyê were rawestandin

Partiya Çepgir a Swêd xwest ku hewldana dagirkeriya Tirk were rawestandin, bang li Ewropayê kir ku biryarên ambargoyêl li ser Tirkiyê were danîn.

Lîderê Partiya Çepgir a Swêd Jonas Sjostedt, Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê Malîn Bjork û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya partiyê Hakan Svelîng di rojnameya Swêdê de ya Aftonbladetê de ku tîraja wê 800 hezar e li dijî hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê gotarek nivîsîn.

Di gotarê de hate gotin, ''Armanca sereke ya Tirkiyê ne ew e ku destekê bidin têkoşîna dijî Dewleta Îslamê, armanc tinekirina rêveberiya xweser e. Destek da Dewleta Îslamê. Dewleta Îslamê bi rêya Tirkiyê petrol firot û terorîst di ser Tİrkiyê re tevlî Dewleta Îslamê bûn.''

DIVÊ LI SER TIRKIYÊ AMBARGO WERE DANÎN

Di gotarê de hate gotin piştî ku tangên Tirkiyê ketin Sûriyê rîsk heye ku DAÎŞ'î ji cezakirinê xilas bibin û dîsa xurt bibin, her wiha hate rexnekirin ji ber ku Yekîtiya Ewropayê helwesteke xurt nîşan nedaye.

Di gotarê de hate xwestin ku nema çekan bidin Tirkiyê, bang li sefîrê Tirk were kirin û li Wezareta Karê Derve dagirkerî were şermezarkirin, hate xwestin ku hemû alîkariya YE'yê ya li Tirkiyê were rawestandin û alîkariya mirovî rasterast ji bo Bakurê Sûriyê were kirin.

Wekîlê Partiya Çepgir Hakan Svennelîng ku ji ANF'ê re axivî û got, li dijî dewleta Tirk ku li ser Rojava dest bi helkefta dagirkirinê kiriye û peymanên navnetewî binpê kiriye, divê cîhan bi rengekî zelal Tirkiyê şermezar bike û li dijî dagirkeriyê helwesta xwe diyar bike.

Svennelîg got, ''Serokê DYE'yê bi destûra ku dayî Erdogan rê li ber komkujiyan vekir. Destê wî xwînî ye. Em nikarin rûnin û darî rewşê bikin. Divê em rêxistiniya xwe bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê. Ji bo ku polîtîkaya Erdogan bi ser nekeve çi tişta ku dikeve ser me divê em bkin.''

'