Partiya Çep a Swêdê: Divê êrîşên li dijî Kurdan were rawestandin

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt nerazîbûn nîşanî amadekarî û gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava kir û got divê êrîşên li dijî Kurdan rawestin.

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostdest peyama piştevaniyê ya Partiya Çep ji bo çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker, şand.

Sjostdest di peyamê de wiha got; “Bûyîna li Bakurê Sûriyeyê di roja me de ji bo heêmê bû ronahî û hêviyek, komên gel ên cuda bi hev re dijîn, jin hê bihêztirin, rêz ji bo gelên xwedî baweriyên cuda re tê girtin. Di vê federasyonê de rolê Kurdan a di tinekirina DAÎŞ’ê de diyarker bû. Divê hemû cîhan li beramberî têkoşîna wan a li dijî terorîzmê spasiya wan bike. Lê federasyona Bakurê Sûriyeyê di bin gefan de ye. Tirkiye û Erdogan ê otorîter tehemûla wan ji bo herêma azad a Kurdan nîne.”

Sjostedt bal kişand li ser amadekariyên Tirkiyeyê û wiha got; “Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye Rojava dagir bike. Me dît ku Tirkiye çawa li Efrînê paqijiya etnîk û muttefîkên Îslamî çawa terorîzm li ser gel kirin. Divê êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê bêne rawestandin.”

Sjostedt daxwaz ji Swêd û Yekîtiya Ewropayê kir ku bikevin nava tevgerê û wiha got; “Em Partiya Çep me daxwaz kir ku alîkariya perewyan a ji bo Erdogan were rawestandin, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê were rawestandin, zextên siyasî û aborî li ser Tirkiyeyê werin pêkanîn.”

Lîderê Partiya Çep a Swêdê got divê cîhana derve êrîşên li ser gelê Kurd bide rawestandin û wiha domand; “Divê cîhana derve li gel hêza ku DAÎŞ’ê têk birin e cih bigrin.”