Partî û saziyên sivîl ên Swîsreyê: Em piştgiriyê didin HDP’ê

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hate kirin.

Bi beşdariya saziyên ji Kurdistan û Swîsreyê û nûnerên partiyan li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hate kirin.

Partiya Sosyalîst, Partiya Keskan, Komîteya Rojava, Navenda Civakî ya Kurdan, Meclîsa Jinan a Bêrîtanê û gelek saziyên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn.

Bi moderatiya Meja Hess derbarê zextên li ser hevşaredara berê ya Cizîrê û yên li ser HDP’ê û derbarê doza girtina HDP’ê hevpeyvînek hate kirin.

Di hevpeyvînê de belgefîlma li ser têkoşîna hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret belgefîlmek hate nîşandan.

Di çalakiyê de metna ji bo piştgiriya HDP’ê ya Pira Biratiyê ya Zurîh-Amedê hate xwendin.