Parlementoya Ewropayê: Bila zext were kirin
Li Parlementoya Ewropayê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk pêşnûma hate qebûlkirin.
Li Parlementoya Ewropayê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk pêşnûma hate qebûlkirin.
Derbarê êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parlementoya Ewropayê hin biryar hatin stendin.
Di biryarê de hate diyarkirin ku dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û banga zextan hate kirin.
Demokratên Xirîstiyan, Demokratên Sosyal, Lîberal, Koma Keskan û Komunîstan piştgirî dan vê pêşnûmayê.
Di pêşnûmayê de hate diyarkirin ku “Ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dike, li herêmê ewlehî û îstîkrarê xerab dike, rê li ber koçkirina sivîlan vedike û dibe sedem ku DAÎŞ dîsa zindî bibe.”
Di pêşnûmayê de bang hate kirin ku bila Tirkiye vê operasyona leşkerî bi dawî bike.
Di pêşnûmayê de hate xwestin ku bila Yekîtiya Gumrukê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de were sekinandin. Di biryarê de hate diyarkirin ku ji bo ambargoya çekan bila hewldan werin destpêkirin.
Di pêşnûmayê de hate xwestin ku bila fonên li ser koçberên ji Sûriyeyê kontrola wan were kirin û divê piştgiriyê bidin îddîayên lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî.
Ev biryar nayê wateya zexteke hiqûqî lê nirxeke wê ya siyasî heye. Li Parlementoya Ewropayê cara peşîn banga zextên siyasî û ekonomîk li welatekî li ber endamtiyê tê kirin.