PARTIYA KESK A AWÛSTÛRYAYÊ
Berdevka Polîtîkaya Derve û Ewropayê ya Partiya Keskan a Awûstûryayê Meri Disoskî diyar kir ku ew piştgiriya Kurdan dikin.
Meri Disoski got, "Rewşa li bakur û rojhilatê Sûriyeyê cihê fikaran e, ku divê bala me li ser be. Çeteyên Îslamî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, SMO êrîşên xwe yên ber bi herêmên Kurdan ve berfireh kirin. Agahî zêde dibin ku dibêjin, êrîşek li ser Kobanê ku bajarokekî sînor ê Rojava ye, nêz e."
'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN KURDAN'
Parlamenter Meri Disoski ragihand ku ew piştgiriyê didin daxwazên nûnerên Rêveberiya Xweser û got, "Em weke Partiya Keskan di nava vê tevlîheviya siyasî de bi tundî sorkirina şer red dikin. Em piştgiriyê didin Kurdan û em bid axwaza nûnerên Kurdan re ne ku dixwazin tundî tavilê bi dawî bibe. Li gorî raporên dawî, divê peyameke zelal ji Tirkiyeyê re bê dayin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê bi vî rengî bê pênasekirin."
'DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA LÊ TEMAŞE NEKE'
Meri Disoski anî ziman ku ew li bendê ne Konseya Yekîtiya Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gotinên zelal bibêje û got, "Li hemberî gefa rijandina xwînê, ji lîderên yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê li benda gotinên zelal im. Ev yek ji bo Şansolyeyê Federal ê Awûstûryayê Nehammer jî derbas dibe ku beriya çend rojan bi telefonê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re axivî. Divê Ewropa nebe temaşevan ku dewleteke endamê NATO'yê êrîşî yekparebûna xaka Sûriyeyê bike."