Parîs û Dragûîgnanê Newroz hate pîrozkirin

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Dragûîgnanê Newroz hate pîrozkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê ruxmê qedexeyan jî bi beşdarbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin.

Li Parîsê roja Înê bi ruxmê nexweşiya Covîd-19 qedexeya derketina ji derve hate îlan kirin jî lê Kurdan li Meydana Rêpublîqûe Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hate qêrkirin, pankartên bi nivîsa “Newroz Pîroz be” û alên bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate hildan.

Di pîrozbahiyê de Kurdan bi govendê reng dan çalakiyê.

DRAGÛÎGNAN

Li bajarê Fransa Dragûîgnanê bi beşdarbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate şermezarkirin û her wiha hate gotin ku divê di demek nêz de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bibe.

Pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.